Ziman ê Kurdî zimanê me ye
Heta hetayê te'ra me heye.
Zimanê Kurdî zarek Arî'ye
Hem hişyarî ye hem ronahî ye.
Pirr devlemend e bi çandû vêje
Helbest û Lewjan bo me dibêje.
Bona me Kurd a tev nasname ye
Şev û roj her dem tim karê me ye.
Zimanê Kurdî hev dengê me ye
Kesk û sor û zer bı renge me ye
Tê axavtinê gelek welatan
Pêşkêş e bo me mîna xelatan
Belav bûye şer çiya û banî
Wak Mem û Zîn'a Ehmed'ê Xanî
Hem gedîmi ye hem jî pîroz e
Bo hemu
Kurda armane û doz e.